Zimanê t'emamîya dinyayê yek bû û xeberdan jî yek bû.
Gava ku k'oç' dikirin ji r'ohilatê diçûn, e'rdê Şînarêda deştek dîtin û li wir cî-war bûn.
Paşê hevdur'a gotin: «Werin, em k'elpîç'a çêkin û em wan agirda biqelînin». Û bona wan k'elpîç' dewsa kevira bûn û qîr jî dewsa h'er'îyê bû.
Hingê gotin: «Werin em bona xwe bajarekî û bilindcîkê çêkin, ku serî bigihîje e'zmên û em xwer'a navekî qazinc kin, ku nebe em li ser t'emamîya t'opa dinê bela bin».
Û Xudan peya bû, ku dîna xwe bide wî bajarî û bilindcîyê, k'îjan ku zar'êd merivayê çêdikirin.
Hingê Xudan got: «Va ye, evana miletek in û zimanê h'emûya jî yek e. Evana destpêkirine çêdikin û bona van neçetin e çi ku şêwirîne bikin.
Werin em peya bin û zimanê wan li wir t'evîhev kin, ku yek zimanê yekî fe'm neke ».
Û Xudan ew ji wir li ser t'emamîya t'opa dinê bela kirin. Wana dest ji bajêr çêkirinê k'işandin.
Lema jî wî cîyîr'a gotin «Babîlon *» çimkî li wir Xudan zimanê t'emamîya t'opa dinê t'evîhev kir. Û Xudan ew ji wir li ser t'emamîya t'opa dinê bela kirin.
If you like this site and find it useful, you can support it by making a donation via PayPal or Patreon, or by contributing in other ways. Omniglot is how I make my living.
Note: all links on this site to Amazon.com, Amazon.co.uk and Amazon.fr are affiliate links. This means I earn a commission if you click on any of them and buy something. So by clicking on these links you can help to support this site.